Tirkiye di navbeyna Rusya û Amerika de asê maye
Yek ji pîsporên dezgeha ragihandinî Atlantic Council Aaron Stein diyar dike ku, Tirkiye ketiye nav proseyek nezelal di siyaseta xwe ya derve de. Amerika û Rusya li Suriye di nav têkoşînek diyarkirina hêz a xwe de ne.Tirkiye di navbeyna van her du aliyan bihêz de diçe û tê. Carnan alîgirê Rusya, carnan alîgirê Amerika ye. Tirkiye ne zelal e û ev yek dikate weha bike ku, wekî hevkarek bêprensîp bûte nirxandin.
Li gor şîroveya Reuters di encam a êrîşa mûşekî ya Amerika ser bi Suriye de, Tirkiye piştgiriyek xûrt nîşan kir û ev yek wekî diyardeyek ji alî Moskow ve hate dîtin. Di demên pêş me de, Moskow dê Enqere wekî aliyek bêprensîp û nebawer liqelem bide.
K24
