Serok Barzanî pêşwaziya şanda Federasyona Komeleyên Kurdên welatên Sovyeta Berê kir
Li hevdîtinê de şanda mîhvan ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kirin û bi serdana xwe ya niştimanê resena xwe ya Kurdistanê xweşhaliya xwe jî nîşandan û ji bilî derbirîna pêzanînên xwe yên ji bo xebat û keda Serok Barzanî behsa rol û bandora xebata Barzaniyê Nemir kir li ser xweragirî û hêviya ji bo Kurdên nîştecihên welatên Sovyeta berê. Amadehiya eve jî ragihand ku bi hemû şiyanek ve piştevanê Kurdistanê û berjewendiya gelê Kurdistanê dibin û kar ji bo wê dikin. Li beşekî dinê civînê de şanda mîhvan pesnê qehremanî û cangoriya hêzên Pêşmergeyan ya li parastina welat û şerê terorîstên Da'îş kir û serxweşiyê li Serok Barzanî û kesukarê wan Pêşmergeyan kir ku canê xwe gorî kirine û şehîd bûne.
Her li vê civînê de şanda Federasyona Komeleyên Kurdên welatên Sovyeta berê behsa rewş û jiyana Kurdên welatên Asyaya Navîn û Sovyeta berê kir.
Li beranber da Serok Barzanî spasî helwesta şanda mîhvan kir û Kurdên nîştecihê welatên Sovyeta berê bi beşekî azîzê gelê Kurdistanê da zanîn û destxweşiyê li kar û çalakiyên Federasyona Komeleyên Kurdên welatên Sovyeta berê kir û ragihand parastina nasname û resenayetiya niştîmanî û neteweyî mezintirîn xebate ku Kurdên Asyaya Navîn û welatên Sovyeta berê bi başî encam dane.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî li gotarek da dîroka gelê Kurdistanê li gel dewleta Iraqê û her wiha îradeya xelkê Kurdistanê ji bo referandumê û gihîştina bi serbixweyiyê ji bo amadebûyan şîrove kir.
