13 sal bi ser hilweşandina rêjîma Beisî ya Iraqê re derbas dibe
Îro 9 Nîsanê, 13emîn salvegera rûxandina rêjîma Sedam Husên e ji aliyê hêzên hevpeyman bi serokatiya Amerîkayê.
Êriş û operasyonên hêzn hevpeyman li dijî rêjîma Beisî ya Iraqê, roja 3 Nîsana 2003 dest pê kir û roja 9 heman mehê Bexdaya paytext ji destê rêjîmê hat derxistin û peykera Sedam Husên li meydana Fîrdews ya bajêr hat şikandin û rêjîma Beisî hilweşiya.
Roja paşîn, hêzên Pêşmerge bi alîkariya hêzên hevpeyman bajarê Kerkûkê rizgar kirin û zilma Beis li wî bajarê Kurdistanî nehîştin.
Rêjîma Beisî ya Iraqê ji sala 1968 heta 1991 Kurdistan zeft kir, belayên mîna Enfal û kîmyabarana Helebcê anîn serê kurdan, bi hezaran gundên Kurdistanê wêran kir û zilmek kûr û mezin li kurd û Kurdistanê kir.
Serokê wê rêjîma zalim û zordar Sedam Husên, roja 6 Kanûna 2003 li nav kunekî de li derdora bajarê Tikrîtê yê Iraqê hat dîtin û girtin, roja 5 Mijdara 2006 fermana mirina wî hat dayîn û roja 6 Kanûna heman salê jî hat îdamkirin.
Ev çend sal in li Iraq û Herêma Kurdistanê, ev roj wek bêhinvedana fermî tê ragihandin.
Basnews
