• Sunday, 22 February 2026
logo

Ahmet Turk: Dengên Erê, tê wateya qebûlkirina siyaseta li dijî partiya kurdan

Ahmet Turk: Dengên Erê, tê wateya qebûlkirina siyaseta li dijî partiya kurdan
Serokê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ragihand, di referandumê de dayîna dengê Erê, tê wateya qebûlkirina siyaseta li dijî partiya kurdan.

Ahmet Turk li mîtînga HDPê ya li Stenbolê ji Rûdawê re axivî û diyar kir, ev referandum ji bo siberoja Tirkiyê gelek giring e û ji bo gelê kurd taybetiya vê referandumê heye.

Turk destnîşan kir, ku di referandumê de dayîna dengê Erê, tê wateya qebûlkirina siyaseta li ser partiya kurdan.

Ahmet Turk amaje bi wê yekê kir, ku serokên şaredariyan hatine zindanîkirin û got: “Şaredarên me îro di zindanan de ne, wexta li hember vê dernekevin, tê wateya erêkirinê.”

Herwiha Ahmet Turk bal kişande ser bûyerên ku li nav bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê qewimîn û got: “Cizîr û Şirnex û Sûr û Nisêbîn bi rastî jî bi wehşeteke mezin, hatin xerakirin” û li ser dayîna dengê Erê aşkera kir ku “qebûlkirina van tiştan e jî.”

Weke din Serokê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir, ev referandum ji ber mijarên navborî gelek giring e û divê gel bi wê hişmendiyê deng bidin.

Rudaw
Top