Cîgirê Trump peywendî bi Ebadî kir
Li gorî beyaneka nivêsîngeha serok wezîrên Îraqê, Mayk Pênis cîgirê Trump, di peywendîyeka telefonê digel Heyder Ebadî behsa pêşveçûnên hêzên Îraqî li Mûsilê kirine û Pêns, piştevanîya welatê xwe ji bo jinavbirina terorê li Îraqê nîşandaye û daye zanîn ku sîyaseta welatê wî li deverê nehatîye guhertin û hêşta karê destpêkî yê Amerîka, berhingarbûna terorê ye li deverê.
Ji alîyê xwe ve Ebadî dîyar kirîye ku nêzîkî hêzên Îraqê dê serkeftina yekcarî li ser Daişê raghînin û bi temamî li Îraqê jinav bibin.
War.tv
