• Sunday, 22 February 2026
logo

Trump: Pêwîst bike em ê li Sûriyê karê zêdetir bikin

Trump: Pêwîst bike em ê li Sûriyê karê zêdetir bikin
Serokê Amerîkayê Donald Trump peyameke nû arasteyê Kongreya Amerîkayê kir û got; “Êrîşa li ser serbazgeha Elşerîhe ya Sûriyê ji bo parastina berjewendiyên nîştîmanî û siyaseta derve ya Amerîkayê hatiye kirin.”

Donald Trump di peyama xwe de dibêje; “Li gorî zanyariyan hikûmeta Sûriyê li serbazgeha Elşerîhe ya Idlibê êrîşa bi kîmyayî ya Xan Şêxûn pêk aniye. Lewma ew der hatiye armanckirin.”

Trump amaje bi wê yekê dike, ku ji bo hikûmeta Sûriyê careke din êrîşên bi çekên kîmyayî neke, ev êrîş pêk anine û diyar dike; “Eger pêwîst bike li Sûriyê karê zêdetir jî dikin.”

Roja 4ê Nîsana 2017ê bajarokê Xan Şêxûn a parêzgeha Idliba Sûriyê rastî êrîşeke bi çekên qedexekirî het û di encamê de 107 sivîlan jiyana xwe jidest dan û zêdetirî 560 kesan jî birîndar bûn.

Li hember vê roja Înê 07-04-2017, saet 04:45ê danê Kurdistanê, Artêşa Amerîkayê ji Derya Spî ji her du gemiyên USS Porter û USS Ross ve 59 mûşekên Tomahawk avêtine Firokexaneya Leşkerî ya Elşerîhe ya li parêzgeha Hums a Sûriyê. Di encama vê êrîşê de 6 efserên Sûriyê hatine kuştin û 20 firokeyên şer ên Sûriyê jî hatine têkbirin.

Li ser vê êrişê, Serokê Amerîkayê Donald Trump got: "Min fermana êrişeke wisa li dijî embarên çekên Sûriyê da.”

Rudaw
Top