• Sunday, 22 February 2026
logo

Çekdarên PKK keçekê direvînin û malbata wê bi teqekirinê keça xwe ji wan rizgar dikin

Çekdarên PKK keçekê direvînin û malbata wê bi teqekirinê keça xwe ji wan rizgar dikin
Çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) li sînorê Sinûnê keşeke Kurda Êzdî direvîne, piştî wê malabata wê bi teqekirin keça xwe rizgardikin.

Li gor zanyariyên ketine destê BasNewsê duh, roja Îna 7.04.2017e Çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) li gundê Zorava ser bi bajarê Sinûnê li Şingalê keçekê direvînin, dema malbata wê dizanin li pey çekdarên PKK dikevin û li Mefreqa Bork bi teqekirinê û şer keça xwe rizgar dikin.

Ji aliyên xwe Endamê Encûmena Qezaya Şingalê Xelef Qasim ji BasNewsê re ew nûçeye piştrastkir û ragehand ku, çend şahidhal hene ku,, bi çavê xwe dema çekdarên PKK ew keça Kurd revadin dîtine û piştî wê kesûkarên wê ew rizgar kirin.

Herwiha amaje bi wê yekê kir ku, PKK bi sadeyî û dilbaşî axiftinê ligel xelkê Şingalê û Kurdên Êzdî dike, bi awayê ku, di çend xûlekan de mejiyê ciwanan dişûn û bi optombîlên bê tablo wan direvînin. Tekez kir ku, niha êdî baweriya ciwanên Kurdên Êzdî bi PKK nemaye û heta niha jî 440 PKK bi cih hiştine û tevlî rêzên Pêmerege bûne.

Basnews
Top