• Sunday, 22 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî êrîşa Stokholmê şermezar kir

Nêçîrvan Barzanî êrîşa Stokholmê şermezar kir
Serok wezîrên herêma Kurdistanê, êrîşa terorîstî ya Stokholmê şermezar kir û daxwaza hemahengîyeka zêdetir ji bo berhengarbûna terorê ji civaka Navdewletî kir.

Di ragîhandinekê da, Nêçîrvan Barzanî, êrîşa terorîstî ya doh ya Stokholma paytexta Swêdê şermezar kir û serxweşîyên xwe arasteyî gel û hikûmeta Swêdê kirin û ragîhand; ev hewl di demekî dane ku rojane li bereyên şerî, terorîst rastî şikestinên mezin dibin.

Her di ragîhandinê da, serok wezîrên herêmê daxwaza hemahengîyeka zêdetir ya civaka Navdewletî ji bo berhengarbûna terorê kir.

War.tv
Top