• Sunday, 22 February 2026
logo

Wezîrê Navxwe yê Trikiye: Tevlîbûna nav PKKê ji sedî 90 kêm bûye

Wezîrê Navxwe yê Trikiye: Tevlîbûna nav PKKê ji sedî 90 kêm bûye
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, ku di nav 6 mehan de li Tirkiyê nîzîkî 15 hezar kes bi hênceta endamtiya PKK û Cemaeta Gulen hatin binçavkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li bajarê Trabzona Tirkiyê başdarê civînekê bû û derbarê xebatên 'têkoşîna li dijî dijterorê' agahî dan.

Soylu eşkere kir, ku di nava 6 mehan de li 125 herêman bi tevahî 125 hezar 704 operasyon hatin lidarxistin, di encamê de 14 hezar 684 kes bi hênceta endamtiya PKKê û rêxistina FETOyê hatin desteserkirin û ji van 2 hezar û 611 kes hatine girtin.

Derbarê operasyonên li dijî PKKê jî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê dibêje, tevlîbûna nava PKKê ji sedî 90 kêmbû ye û diyar dike ku wan gelek endamên PKKê girtine.

Suleyman Soylu got; “Tevlîbûna nava PKKê sala borî 915 kes bûn lê îsal tenê 95 kes tevlî wê rêxistinê bûne.”

Soylu destnîşan kir, ku di encama operasyon û şerê Artêşa Tirkiyê ûgerîlayên PKKê de nîzîkî hezar gerîlayan jiyana xwe jidest dane.

Rayedarên HDP, DBPê û hin rêxistinên mafên mirovan dibêjin, gelek caran Artêşa Tirkiyê û hêzên ewlekariyê kesên sivîl kuştine û wan weku endamên PKKê yan jî gerîla nîşan dane.

Herwiha ragihandinên ser bi PKKê jî didin xuyakirin, ku dewleta Tirkiyê hejmara kuştiyên xwe vedişêre û hejmara wendayiyên PKKê gelekî zêde dike da ku ji bo civaka Tirkiyê şikestinên xwe yên di şer de veşêre.

Rudaw
Top