• Sunday, 22 February 2026
logo

Îvanka şanezîyê bi biryara bavê xwe dike

Îvanka şanezîyê bi biryara bavê xwe dike
Îvanka Trump, keça serokê Amerîka, piştevanîya xwe bo êrîşên Amerîka li dijî rejîma Sûrîyê dîyar kir û ragîhand; ew şanazîyê bi wê biryara bavê xwe dike.

Îvanka keça Donald Trump, îro di twittekê da piştevanîya xwe ji bo wê êrîşa bavê wê ferman daye li Sûrîyê bê kirin dîyar kir û got: ew biryar li dijî rejîmekê ye ku çekê kîmyayî bi karanîye.

Got jî: ew şanazîyê bi wê biryara bavê xwe dike di wextekî da ku neçarin biryareka wesa giring bidin.

Hêzên Amerîka doh frokexaneya şueyrat bi 59 mûşekan ji corê Tumahuk bombebaran kiribûn û ew bingeh bi temamî wêran kir.

War.tv
Top