• Sunday, 22 February 2026
logo

Kurdistan dê mal û welatê aram yê hemû pêkhateyên neteweyî û olî bimîne

Kurdistan dê mal û welatê aram yê hemû pêkhateyên neteweyî û olî bimîne
Civata Wezîrên Herêma Kudistanê, hatina sala nû ya Babilî-Aşûrî û cejina Ekîto li gelên kildan, siryan û aşûriyên li Kurdistan û cîhanê bi peyamekê pîroz dike û di peyama xwe de tekîdê li ser parastina kultura pêkvejiyan û lêbihurînê li Kurdistanê dike û Kurdistan jî, weke hertim, dê mal û welatê aram yê hemû pêkhateyên neteweyî û olî bimîne.

Teksta peyama civata wezîran:

Sala nû ya Babilî-Aşûrî û cejina Ekîto li tev gelên kildan, siryan û aşûrî li Kurdistan û cîhanê pîroz be û ceneke aram û şadî jê re dixwazîn.

Di demekê de ku hijmareke zêde ya xûşk û birayên me yên mesîhî digel pêkhateyên neteweyî û olî yên din ji encama şerê terorê de, war, mal û milkê xwe bi cî hiştine û niha li ba xûşk û birayên xwe li Herêma Kurdistanê mêvan in, em ji nêzîk hest bi şê û janên wan dikin û hevsiz û piştevanê wan in. Bi hêviya ku cejinên bên bi serferazî û serkeftî bo ser dever û warên xwe yên azad û avadankirî vegerin û em hemû di bin siha serkeftinên yekcarî û bi destxistina tevaya mafên xwe, ya û cejnên xwe pîroz bikin.

Bi vê minasibetê, em tekîd dikin ku kultura pêkvejiyan û lêbihurînê ku kevirê sereke yê bingehê keltur û civaka Kurdistanê ye û em şanaziyê bi wê kelturê dikin, hertim dê parastî be û bi tu awayî hewilên bêencamên terorîstan nikarin wê kulturê leng bikin.
Em xûşk û birayên xwe yên kildan, siryan û aşûrî û hemû pêkhateyên neteweyî olî li Kurdistanê dilrehet dikin ku heta dawiyê bergiriyê ji wê kulturê bikin û Kurdistan dê hertim ji bo hemûyan mal û welatek aram bimîne.

Careke din sala nû ya Babilî-Aşrî û cejina Ekîto li tev gelên kildan, siryan û aşûrî pîroz be. Bi hêviya saleke nû ya tije serkeftin û şadî û em cejneke xweş û aram jê re dixwazîn.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
31.03,2017


Top