• Sunday, 22 February 2026
logo

Parlamenterê ewropî: Gelê kurd hêjayê dewleta serbixwe ne

Gulan Media March 31, 2017 Nûçe
Parlamenterê ewropî: Gelê kurd hêjayê dewleta serbixwe ne
Parlamenterê Yekîtiya Ewropayê (YE) Chrales Tannock got; “Eger milletek hebe, ku hêjayê mafê diyarkirina çarenivîsa xwe be, ew jî gelê kurd ê berxwedêr e.”

Parlamenterê Yekîtiya Ewropayê (YE) Chrales Tannock li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya Twitterê nivîsiye; “Eger milletek hebe, ku hêjayê mafê diyarkirina çarenivîsa xwe û dewleta xwe ya serbixwe be, ew jî gelê kurd e. Brîtanyayê di sala 1920ê de ev soz daye.”

Ev twîtta Tannock di demekê de ye, ku Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dîlawer Ajgeyî di twîttekê de gotibû; “Serok Mesûd Barzanî ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re gotiye, Herêma Kurdistanê di demekê nêzîk de dê giştpirsiya serxwebûnê encam bide.”

Parlamenterê brîtanî Chrales Tannock par jî gotibû, ku ew weke dostên nêzîk ên kurd û Kurdistanê piştgiriyê didin serxwebûnê.

Chrales Tannock kî ye?

Di sala 1957ê de li Brîtanyayê ji dayik bûye

Siyasetmedarê parêzgarên Brîtanyayê ye

Ji sala 1999ê endamê Parlamentoya Ewropayê ye.

Rudaw
Top