• Sunday, 22 February 2026
logo

Şerê Tirkîyê li Sûrîyê bi dawî hat

Gulan Media March 31, 2017 Nûçe
Şerê Tirkîyê li Sûrîyê bi dawî hat
Operasyona Mertala Firatî li Sûrîyê bi dawî hat û serok wezîrên Tirkîyê ragîhand; her dema pêwîst be, ew dê sînorên xwe digel Sûrîyê bi parêzin.

Bînalî Yildirim, serok wezîrên Tirkîyê îro ragîhand; şerê welatê Tirkîyê niha di Sûrîyê da bi dawî hat, operasyona Mertala Firatê armancên xwe bicîh anîn, lê Mertal bi dawî hat û di paşerojê da her dema pêwîst be, welatê wî dê hêzan bişîne deverên sînorî yên Sûrîyê, lê her operasyoneka nû ku bê kirin, dê navekê cuda hebe.

Li 26 tebaxa sala borî Tirkîyê operasyona Mertala Firatê bo rêgirîya pêşveçûnên YPGê û şerê dijî Daişê destpê kiribû û ji wî demî, Daişê ji çend bajêrkên bakurê Sûrîyê derxistîye.

War.tv
Top