• Sunday, 22 February 2026
logo

PKK: Alaya ku li Kerkûkê hatiye bilindkirin, ya hemû kurdan nîne!

Gulan Media March 31, 2017 Nûçe
PKK: Alaya ku li Kerkûkê hatiye bilindkirin, ya hemû kurdan nîne!
Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK/KCK) helwesta xwe derbarê bilindkirina alaya Kurdistanê li bajarê Kerkûkê ragehand ku helwesta wê jî, weke ya Îran û Tirkiyê ku, alaya Kurdistanê ya li bajarê Kerkûkê hatiye bilindkirin nûneratiya hemû xelkê nake û bilindkirina wê li wî bajarî şaş e.

Endamê Desteya Serokatiya Koma Civakên Demokratîka Kurdistanê (KCK) Mistefa Qeresû derbarê bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê ragehand ku, ew danpêdanê bi alayê nakin û nabe ew alî wê alayê li ser xelkê ferz bike.

Herwiha Qeresû gotiye ku, alaya ku nûneratiya konfidralîzma demokratîk bike û ji aliyê xelkê ve were qebûlkirin PKK jî wê qebûl dike, li Başûrê Kurdistanê ew ala di çarçoveya federaliyê de hatiye naskirin û hewl didin ku, bilindkirina wê yesayî bikin.

Wî berpirsê PKK aniye ziman ku, neteweyek serweriya xwe li ser xaka xwe bisepîne û bibêje ew alaya me ye û bi ser hemû xelkê bisepîne tiştekî şaş e û têkdaneke, eger bibêjin ew ala nûneratiya hemû xelkê dike ew kar kareke ne rast e.

Roja Sêşemê (28 vê mehê) encumena parêzgeha Kerkûkê bi piraniya dengan bi fermî biryar da alaya Kurdistanê li ser dezgehên fermî yên parêzgehê were bilindkirin.

Basnews
Top