Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş ku niha di girtîgehê deye, biryar daye bo şermezar kirina kiriyarên dijî mirovatî yên berpirs û gardiyenên girtîgehê, dest bi greva birçîbûnê bike. Di vê derbarê de HDPê diyar kir ku biryare sibê Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş li girtîgeya Edirne bo şermezar kirina şertên nebaş û dij mirovatî di nava girtîgehê de, dest bi greva birçîbûnê bike.