• Sunday, 22 February 2026
logo

Sekreterê giştî yê NY danê êvarê tê Kurdistanê

Gulan Media March 30, 2017 Nûçe
Sekreterê giştî yê NY danê êvarê tê Kurdistanê
Hat zanîn ku sekreterê giştî yê NY dê îro danê êvarê serdana Hewlêrê bike û bi Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtin bike.

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres îro serdana Bexdayê kir û bi rayedarên Iraqê re hevdîtin pêk anî.

Li gorî agahiyan, Guterres dê îro danê êvarê ji Bexdayê derbasî Hewlêrê bibe û bi Serok Barzanî re hevdîtin bike.

Tê çaverêkirin ku di hevdîtina Barzanî û Guterres de çend mijarên girîng û hestiyar li ser Herêma Kurdistan û Iraqê her wiha qonaxa piştî DAIŞê bên axaftin.

Basnews
Top