• Sunday, 22 February 2026
logo

PDK: Em û PKK bira ne lê em ne şirîkê hev in

Gulan Media March 30, 2017 Nûçe
PDK: Em û PKK bira ne lê em ne şirîkê hev in
Sekreterê Politbouo ya PDKê Fazil Mîranî dibêje: “Em û PKK birayê hev in , lê belê em nabin şirîkê hev.”

Fazil Mîranî pîşti beşdarbûna di konferanseke zanistî ya derbarê Şoreşa Eylûlê de ku li Zanîngeha Zaxoyê birêveçû, derbarê hebûna hêzên PKKê li Şingalê de axivî û ragihand: “Em hevdu tehemûl dikin, lê belê divê em rêzê jî ji hev re nîşan bidin. Em û PKK bira ne, lê belê em nabin şirîkên hev.”

Mîranî herwha derbarê destpêkirina gereke din a danûstandinên navbera aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de got: “Deriyê PDKê ji bo civînên bi aliyan re vekirî ye.”

Mîranî tekez kir: “Gelo alternatîva lihevnekirinê çî ye? Em bi rêkevtinê re ne, eger alternatîvek bo rêkevtinê heye, bila wê alternative nîşanî me bidin, eger ew alternatîv baş bû, em dê bersiva wan bidin.”

Sekreterê Polîtboru ya Partiya Demokrata Kurdistanê li ser projeya PDKê ya ji bo danûstandinên li gel aliyên siyasî jî axivî û da xuyakirin: “Peyama cenabê serok Barzanî proje ye, dema ku me serdana hemû partiyan jî kir, me ji wan re got, em hatine daku bi hev re projeyekê amade bikin, ne projeyekê bi xwe re bibin û bêjin werin beyetê bikin bi vê projeyê bidin yan îmzayê ji me re bikin, belku em hatine bi hev re projeyekê amade bikin û ew yek bibe projeya me hemûyan da ku em pabendî wê bin û cîbicî bikin.”

Derbarê mijara bilindkirina Ala Kurdistanê li ser saziyên fermî yên Kerkûkê jî, Fazil Mîranî piştgiriya xwe û PDKê bo wê biryarê nîşan da û destnîşan kir: “Li gorî me karekî baş e û em destxweşiyê li Parêzgarê Kerkûkê dikin.”

Li ser egera qutkirina mûçeyên fermanberên Kerkûkê ji aliyê Bexdayê ve, Mîranî got: “Kerkûk dikare bi xwe, îdareya xwe bike. Kerkûk ewqas petrol heye ku têra hemû Iraqê dike.”

Rudaw
Top