• Sunday, 22 February 2026
logo

PKK asteng e li pêşiya vebûna deriyê sînorî yê Kêleşînê

Gulan Media March 30, 2017 Nûçe
PKK asteng e li pêşiya vebûna deriyê sînorî yê Kêleşînê
PKK bûye asteng li pêşiya vebûn û aktîfbûna deriyê sînorî yê Kêleşînê di navbera Herêma Kurdistan û Îranê de.

Rêveberê bajarokê Sîdekan li parêzgeha Hewlêrê, Îhsan Qadir ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, demek dirêj e hikûmeta Kurdistanê dixwaze sînorê Kêleşînê, ku di navbera Herêma Kurdistan û Îranê de ye, veke lê hebûna hêzên PKKê li wê deverê astengiyê çêdike.

Îhsan Qadir her wiha gotiye, bi vebûna deriyê Kêleşînê re ew dever dê gelekî geş bibe her wiha welatî jî dikarin hêsantir derbasî her du aliyan bibin û xercê wê jî kêmtir dibe.

Rêveberê bajarokê Sîdekan daye xuyakirin ku PKKê 100 gundên wê deverê xistiye tiqûfê û nahêle ew der were avedankirin û gotiye, konsolê Îranê serdana wê deverê kiriye lê ji ber PKKê heta niha tiştek nehatiye kirin.

Basnews
Top