• Sunday, 22 February 2026
logo

Şanda ENKSê civînên Desteya Bilind baykot kir

Gulan Media March 30, 2017 Nûçe
Şanda ENKSê civînên Desteya Bilind baykot kir
Şanda ENKSê di Desteya Bilind a Danûstandinan a opozîsyona Sûriyê de civîna wê desteyê li Cenêvê baykot kir.

Li gor zanyariyên K24ê, endamê Kurd di Desteya Bilind ya Danûstandinan a opozîsyona Sûriyê de Ebdilhekîm Beşar, li Cenêvê beşdarî du civînên Desteya Bilind yên duh û îro nebû.

Ev baykotkirina ji aliyê endamên Kurd li Cenêvê ve, wek helwesteke nerazîbûnê li hember Desteya Bilind a danûstandinan tê.

Şanda Kurdî li Cenêvê belgenameyek derbarê mafên Kurdan li Sûriyê pêşkêşî Desteya Bilind kiribû, da ku bi belgeyên Desteya Bilind re bo Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura were pêşkêşkirin. Destpêkê ew belgename hatibû pejrandin, lê di piştre Desta Bilind helwesta xwe derbarê wê belgenameyê de guhart.

Gera 5emîn a danûstandinê Cenêvê di navbera opozîsyona û rêjîma Sûriyê de roja 23 vê mehê dest pê kiribû, biryar e heta roja 31 vê mehê jî berdewam bike.

K24
Top