Serokê Hoza Cibûr li Kerkûkê:Em ligel bilindkirina alaya Kurdistanê ne
Îro roja Sêşemê piştî ku, bi awayeke yasayî alaya Kurdistanê ji aliyê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ve hate pesend kirin, Serokê Hoza Cibûr li Kerkûkê Şêx Mesrûr Nacî ji BasNewsê re ragehand ku, ew weke Hoza Cibûr û hozên Ereb yên din li bajarê Kerkûkê li gel wê yekê de ne ku, li ser dazgehên fermî yên hikumetê li bajarê Kerkûkê alaya Kurdistanê were bilind kirin.Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku, îro gelek kesayetiyên Ereb li Kerkûkê di merasîma bilindkirina alaya Kurdistanê de amade bûn.
Serokê Hoza Cibûr a Ereb li bajarê Kerkûkê da zanîn ku, tenê hinek berpirsên Ereban li bajarê Kerkûkê ji ber berjeweniyên xwe ne li gel biryara Encûmena parêzgehê bûn.
Ji aliyê xwe ve parêzgehê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm ragehandinû ku, ‘’Îro xelkeke zêde ji hemû pêkhateyên cuda serdana parêzgeha Kerkûkê kirine û piştevaniya xwe ji bo encûmena parêzgehê û rêveberiya parêzgehê kirin. Em pir spasiya wan dikn, lê mixabin hindek ji birayên ereb û tirkmen babeta ala Kurdistanê kirin babetek cuda, ku pirsa ala Kurdistanê şer dê li gel xwe bîne, bi taybet daxuyaniyên hin aliyan ne berpirsane bûn, bi taybet jî aliyên eniya tirkmenî, ku em ne ereban û ne jî tirkmen û kurdan didin pêş.’’
Necmedîn Kerîm got: ‘’Tişta ku pêkhatî destûriye û di çi cîheke destûrê de nayê gotin ku nabe ala Kurdistanê neyê rakirin, ji ber vê em daxwazê ji hemwelatî û birayên ereb û tirkmen dikin ku pêzanînên wan li hember xwîna şehîdên vî bajarî, bo ew qurbaniyên ku kurdan daye, lê mixabin birayên tirkmen ti pêzanînê wan nebûn bo pêkve jiyanê, ez hest bi wê pêkvejiyanê nakim, lê emê bi derdewam kirina pêkvejiyanê bidomînin.’’
Basnews
