• Sunday, 22 February 2026
logo

Dadgeh li hember zora siyasî serî ditewîne

Gulan Media March 29, 2017 Nûçe
Dadgeh li hember zora siyasî serî ditewîne
Digel Berdevkê HDPê Osman Baydemîr; Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî û şandeyeke ku ji parlamenterên HDPê pêk tê li ber Dadgeya Destûra Bingehîn daxuyaniyeke çapemeniyê pêk anîn û bang li dadgêran kirin û doza berdana Demirtaş kirin.

Şandeyeke berfireh ku ji HDP’yîyan pêk dihat li ber Dadgeha Destûra Bingehîn daxuyaniyeke çapemeniyê raghihand. Di daxuyaniyê de hem Osman Baydemîr û hem jî Mîthat Sancar axaftinek kirin. Baydemîr û Sancar diyar kirin ku dadgeh di bin bandora erka siyasî de dimîne û nikare biryarên serbixwe bide. Naxwe wateya hebûna vê dadgehê bi kêra çit ê? Baydemîr got; 143 roj in ku dadmendî tê binpêkirin, Prosesa referandûmê li dar e, lê serok û parlamenterên partiyeke ku 6 milyon kesî rey dayê di zindanê de ne, ev yek jî bi tena sere xwe dide nîşan ku prosesa referandûmê ne reva ye.

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr got: “Parêzbendiya 55 parlamenterên HDP’yî hate rakirin. Hemû fezlekeyên derbarê me de li ser derbirina raman in. Ev yek hem binpêkirina Peymana Mafên Mirovan ya Ewropayê û hem jî ya Destûra Bingehîn ya Tirkiyê ye. Ev tam 143 roj in ku em li pey dadmendiyê ne. Dadmendiya ku bi derengî bikeve ne dad e. Kî destûrê nade dadgehê ku biryarê bide? Ger mekanîzmayeke bi vî rengî nîn be naxwe çima nikare biryarê bide? Mînakên Balbay û Can Dundar li ber çav in. Aştî bi dadmendî û azadiyê pêk tê. Ger li welatekî dadmendî nîn be bizanibin ku ne azadî ne aştî pêk nayê.”

Di daxuyaniya çapemeniyê de navên gelekî giring ên HDPê cih girtin. Wek Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan, Hişyar Ozsoy, Dîrayet Taşdemîr û Fîlîz Kerestecîoglu. Piştî Baydemîr Mîthat Sancar jî axivî û got; dadgeh xwe înkar dike. Li hemberî çewsandinên siyasî bejna xwe ditewîne.

Endamê Komîsyona Dadmendiyê ya Meclîsê Mîthat Sancar jî got: “Me xwest derdê xwe ji dadgehê re bibêjin lê wan deriyên xwe li me girtin. Rakirina parêzbendiyan organîzasyona darbeyeke siyasî bû. Dadgeha Bilind pêşî dikaribû biryarekê ragire. Lê helwesta dadgehê deste darbeya siyasî rehettir kir. Mînak hene di sala 2014an piştî ku hatin girtin bi 2 rojan Kemal Aktaş û Selma İrmak serî li dadgehê dabûn. Vê dagehê ew azad kiribûn. Di 17ê Sermawezê de dikaribû heman biryarê derbarê hevserokên me de jî bide, lê nekirin. Rêgezên xwe binpêkirin dadgehê.”

HDP'yîyan di daxuyaniyê de biryareke emsalî ya Dadgeha Destûra Bingehîn ya derbarê parlamenterê CHPê Mustafa Balbay bibîr xistin û gotin li gorî vê biryarê dadgehê gotiye daraza parlamenteran beyî ku bê girtin divê berdewam bike, ji ber ku ev yek wek hurmetekê ye ji bo wan kesên ku ew hilbijartine.

K24
Top