Îran: Rûsya dikare binkêyên me yên leşkerî bi kar bîne
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf roja sêşemiyê ji rojnamevanan re ragihand: “Li gor rewşê, Rûsya dikare binkêyên leşkerî yên Îranê li dijî terorîstên li Sûriyê bi kar bîne.”
Mihemed Cewad Zerîf got, Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî di hevdîtina xwe ya ligel serokê Rûsya Vladimîr Putîn de li Koşka Kremlînê dê li ser pirsgirêkên herêmî û di nav de jî krîza Sûriyê gotûbêjan bike.
Pêştir jî firokeyên Rûsyayê bo bombebarankirina çekdarên li dijî hikûmeta Beşar Esed, binkeya esmanî ya Nûjê ya li parêzgeha Hemedan a Îranê bi kar anîbû.
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî tevî şandeke pilebilind di çarçoveya geşteke fermî de, duh duşemî 27ê Adarê serdana Rûsyayê kiriye. Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf jî di nav wê şandê de cih digire.
Duh şev jî Serokomarê Îranê bi Serokwezîrê Rûsyayê Dmitry Medvedev hevdîtinek pêk anî û derbarê hevkariyên navbera her du aliyan de gotûbêj kirin.
Rudaw
