Barzanî: Pêşmerge bi xuna xwe Şingal û çîyayê şingalê azad kir
Li gorî ragîhandineka serokatîya herêma Kurdistanê, Barzanî di hevdîtinekê da digel şandeka komeleya Yekbûn ya Kurdî li bajarê San Pêtrizborg a Rûsî ragîhand û got: piştî Şingal hat rizgarkirin, armanca serekî ewe ji nû bê avakirin û xelkê wê û derdorê bikaribin jîyana xwe berdewamîyê pê bidin.
Ji alîyê xwe ve şanda komeleya Yekbûn ya Kurdî tekez kir ku gelê Kurd li Rûsya û hemû cîhanê hêvîya wan bi ezmûna herêma Kurdistanê û serkirdayetîya Barzanî heye, bo wê yekê gelê Kurd bikaribe li ser erdê xwe serbixwe be û xwedîyê biryarê be.
Şanda komeleya Yekbûn got jî; ew amadene wek pêşmerge li her cihekî xizmeta Kurdistanê û armancên bilindên gelê Kurdistanê bikin.
War.tv
