• Sunday, 22 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge: Pêşmergeyekî Swêdî ji aliyê PKKê ve hatiye revandin

Gulan Media March 28, 2017 Nûçe
Wezareta Pêşmerge: Pêşmergeyekî Swêdî ji aliyê PKKê ve hatiye revandin
Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ragihand, pêşmergeyek ji aliyê PKKê ve hatiye revandin û PKK li hember jiyana wî berpirs e.

Wezareta Pêşmerge, îro di daxuyaniyeke nivîskî de, ku nusxeyek bo BasNewsê hatiye şandin, ragihandiye, ev demek e pêşmergeyekî Sêwdî bi navê Tonî Êkman li devera Şingalê ji aliyê PKKê ve hatiye revandin. Em ji çarenivîsa wî dilgiran in.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew pêşmergeyê Swêdî, beriya ku derbasî Şingalê bibe, li Kerkûkê bûye û li kêleka Pêşmerge şerê DAIŞê kiriye.

Wezareta Pêşmerge daxwaz ji PKKê kiriye demildest wî pêşmergeyê biyanî berdin û ragihandiye, ew wî karê PKKê qebûl nakin, çi were serê wî pêşmergeyî PKK berpirs e.

K24
Top