Balyozê berê yê Amerîka li Tirkîyê: Erdogan û Ocalan wê kom bibin
Ajansa Sputnîk belav kirîye ku Cêmis Cîfrî, balyozê berê yê Amerîka li Îraq û Tirkîyê di gotarekê da behsa planên nû yên Amerîka kir û got: li gorî plana nû ya Amerîka li demekê nêzîk wê Daiş bê jinav birin, Amerîka jî ji niha ve wê nexşeya rojhilata navîn bughere.
Dîplomatkarê Amerîka got jî: Amerîka dixwaze serok komarê Tirkîyê Receb Tayib Erdodan û PKKê bighêjin rêkeftinê û ew rêkeftin wê di berjewendîya Erdogan dabe.
Tekez jî kir piştî rapirsîya destûrî, Erdogan wê di gel YPGê û PKKê da bighêjin rêkeftinekê.
Da zanîn jî, ji ber kartêkirina Ocelan li ser PKKê û YPGê, Erdogan wê serdana Îmralîyê bike û di gel Ocelan kom bibe.
War.tv
