Kurdistan ji helwesta NY dilgirane
Di civînê de behsa peywendiyên di navbera Neteweyên Yekbûyî û Kurdistanê de, herwiha qonaxa piştî şerê DIŞIê, pêkanîna aramiya li Kurdistanê û Iraqê û rewşa penaberên li herêmê hat kirin.
Di heman civînê de Berpirsê Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Kurdistanê Felah Mistefa nîgeraniya Kurdistanê daxuyaniya NY ya di derbarê bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê de ji Kubis re ragihand.
Tê zanîn ku di 21ê Adarê roja Newrozê de bi fermandariya Parêzgariya Kerkûkê li ser Kelha Kerkûkê aleke mezin a Kurdistanê hatibû hilgirtin û piştî hilgirtina ala Kurdistanê NY û Tirkiyeyê nerzaîbûn û bertek nîşan dabû.
