Kerkûk, deng li ser bilindkirina Ala Kurdistanê da
Îro Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi amadebûna hejmarek ji endamên fraksiyona Erebî û Tirkmen civiya û bi piraniya dengan biryar li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên fermî yên Kerkûkê dan.
Berî çend rojan Parêzgarê Kerkûkî Necmedîn Kerîm bi fermî daxwaz ji Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kir, ku deng li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî bidin.
Di destpêkê civînê de Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi wekalet Rêbwar Talebanî derbarê Ala Kurdistanê de got: “Ala Kurdistanê simbola hemû pêkhateyên Kurdistanî ne nîşana qurbanîdana gelê Kurdistanê dike.”
Welatiyên Kerkûkê xweşhaliya xwe derbarê vê biryarê derbirîn û dibêjin: “Mafê me ye wek netewekê ala xwe li bajarê xwe bilind bikin û nabe Kurd derbarê wî mafî de ji kesekî şerm bike, herwiha divê ev biryar zûtir ba û ewqas dereng nema.”
Di dema endamên Parêzgeha Encûmena parêzgeha Kerkûkê di civînê de bûn, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û hejmarek ji serokên hoz û eşîreyên Ereb û kesayetiyên Ereb yên Kerkûkê çûn nava avahiya Encûmena Parêzgehê û piştevaniya xwe bo biryara bilindkirina Ala Kurdistanê nîşan dan.
Di civîna îro ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de tenê 7 endamên encûmenê di civînê de amade nebûn.
K24
