• Sunday, 22 February 2026
logo

Ji jinên misilman peyama piştgirtinê

Gulan Media March 27, 2017 Nûçe
Ji jinên misilman peyama piştgirtinê
Li Londona paytexta Birîtanyayê jinên misilman, li cihê êrişa ku di encamê de 4 kes jiyana xwe ji dest dabû 40 kes jî birîndar bibûn kom bûn peyama hevgirtinê dan.

Roja çarşemê 22ê Adara 2017ê li nêzîkî avahiya Parlamentoya Brîtanyayê li London a paytexta wî welatî kesekî wesayîta xwe ajotibû ser peyayan û piştre jî bi kêra xwe êrîşî polîsekî kiribû. Li ser vê bûyerê hêzên ewlehiyê gulle bera êrîşkar dan û ew kuştin.

Di encama wê bûyerê de 5 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.

Ajansa nûçeyan a Ameqê ku nêzî rêxistina DAIŞê ye daxuyand ku êrişî ‘Leşkerekî xalîfetiyê' pêk aniye.

Rudaw
Top