• Sunday, 22 February 2026
logo

Îranê di sala borî de 138 kurd îdam kirine

Gulan Media March 25, 2017 Nûçe
Îranê di sala borî de 138 kurd îdam kirine
Di heyama salekê de 138 kurd bi tohmet û hêcetên cuda ji aliyê komara îslamî ya Îranê ve hatine îdamkirin.

Li gorî agahî û amarên dezgehên mafên mirov yên Kurdistanê, di heyama sala borî ya Îranê de (ji 21 Adara 2016 heta 21 Adara 2017) 138 girtiyên kurd li zîndan û bajarên cuda yên Kurdistan û Îranê hatine îdamkirin.

Li gorî amaran, girtiyên herî zêde ji ber madeyên hişber hatine îdamkirin û herî zêde jî kurdên Ormiyê hatine îdamkirin ji ber ku 48 girtiyên kurd yên ku hatine îdamkirin, xelkê Ormiyê bûne.

22 girtiyên kurd jî, ji ber çalakiyên mezhebî û siyasî hatine îdamkirin, hinek ji wan jî bi tohmeta kuştin û destdirêjiyê hatine îdamkirin.

Basnews
Top