• Sunday, 22 February 2026
logo

PKK hêzeke zêdetir dişîne Şingalê

Gulan Media March 25, 2017 Nûçe
PKK hêzeke zêdetir dişîne Şingalê
Di 2 rojên borî ve, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 3 tabûrên din yên hêzên xwe şandine derdora Xanesor û Hesawîkê yên ser bi Şingalê ve.

Ev yek jî tê, ku roja 3 Adarê şer di navbera hêza Pêşmerge û şervanên PKKê de li navçeya Xanesorê derket û piştre Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî daxwaz ji PKKê kir, ku ji wê navçê vekişe û rasdestî hêza Pêşmerge bike.

Lê fermandariya PKKê ew yek red kirin ku ji Şingalê vekişin û bi berdewamî hêzên zêdetir tînin wê navçeyê.

Yek ji fermandarên PKKê bi navê Sozdar Avêsta tevî redkirina radestkirina wê navçê ji bo hêza Pêşmerge, Pêşmerge bi “Çete” binav kir û ragihand “Pêwîst e ew çete ji navçê vekişin”

K24
Top