Fûad Husên: Di civînên Washingtonê de rewşa Kurdistanê jî hate gotûbêjkirin
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên, di şanda Iraqê ya di bin serokatiya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de weke nûnerê Herêma Kurdistanê, li Washingtonê beşdarî civîna dewletên Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dijî DAIŞê bû.
Fûad Husên derbarê civînên li Amerîkayê ji Rûdawê re got; “Beriya civîna hevpeymaniya navdewletî, ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê Derve yê Amerîkayê hevdîtinên me çêbûn. Di wan hevdîtinan de me behsa Herêma Kurdistanê kir.”
Husên herwiha got; “Helwesta Trump dostane bû. Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî kêfxweşiya xwe anî ziman, ku em weke nûnerê Herêma Kurdistanê di civînê de beşdar in. Herwiha gotara xwe de jî behsa vê yekê kir.”
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên daxuyand, ku niha tekoşîna li dijî DAIŞê ketiye qonaxeke nû û diyar kir; “Rojeva konferansa vê care têkbirin û nehiştina DAIŞê bû. Hemû aliyan jî gotin, ku ne dûr e DAIŞL weke hêzeke serbazî li Iraq û Sûriyê bê têkbirin. Lê dibe, ku weke hêzeke terorîstî û di bin navên cuda de îdeolojiya wê her bimîne.”
Husên da zanîn, ku di hemû civînên Washingtonê de rewşa Herêma Kurdistanê xaleke rojevê bûye û hatiye nirxandin.
Hêjayê gotinê ye, ku 4emîn konfransa Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dijî DAIŞê roja 22ê Adara 2017ê, li Washingtona paytexta Amerîkayê dest pê kir û 2 rojan ajot.
Di konfransa Washingtonê de, wezîrên derve, wezîrên berevanî û berpirs û nûnerên 68 welatên endam di Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dijî DAIŞê de amade bûne.
Rudaw
