Opozisyona Sûriyê zimanê Kurdî weke zimanê duyem ê fermî qebûl kir
Cîgirê Serokê Itîlafa Dijbereya Sûriyê û nûnerê Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) di danûstandinên Cinêvê de, Ebdulhekîm Beşar nameyeke ji ENKSê re şandiye û têde li ser helwest û plana şanda dijbereyê ya derbarê doza Kurd li Sûriyê de zanyarî daye.
Beşar di nameya xwe ya ji bo ENKSê de dibêje, karnameya Desteya Bilind derbarê pirsa Kurdî de hatiye guhertin û doza Kurdî wek dozeke niştimanî ya li Sûriyê û zimanê Kurdî wek zimanê duyem li Sûriyê hatiye nasandin.
Cîgirê Serokê Itîlafa Dibereya Sûriyê ku di heman demê de, Endamê Desteya Bilind a Danûstaninê ya Dijbereya Sûriyê jî ye, eşkere kiriye, ku li gor van guhertinên nû, Sûriye welatekî pir netewe û pir çand hatiye naskirin, ku zimanê Erebî zimanê fermî ye, û zimanê Kurdî jî li deverên Kurdî zimanê fermî û zimanê duyem e û doza Kurdî wek dozeke niştimanî hatiye naskirin.
Ebdulhekîm Beşar herwiha daye xuyakirin, ku li gore karnameya nû ya Desteya Bilind a Danûstandinan, divê mafê netweyî yê Kurdan li Sûriyê li gor destûrê parastî bin.
rudaw
