• Sunday, 22 February 2026
logo

Çend kolberên din di bin befrê de cane xwe ji dest dan

Gulan Media March 23, 2017 Nûçe
Çend kolberên din di bin befrê de cane xwe ji dest dan

Li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber ketina aşûtê 4 kolber di bin berfê de man û jiyana xwe ji dest dan.
Şeva derbasbûyî (21-03-2017) li gundê Tirsawa ya navçeya Kotola serbi bajarê Xoyê, 5 kolberên kurd ketin bin aşûtê.
Li gorî agahiyan koberên kurd dema ji Bakûrê Kurdistanê derbasî Rojhilat dibûn, li ser sînor ketine bin berfê û 4 ji wan canê ji dest dane û yek jî birîndar bûye.
Hate gotin, ku rewşa kolberê birîndar xeter e û ew rakirine nexweşxaneyê.
Ji bilî van kolberan, di zivistana îsal de 8 kolberên din li Urmiyê ji ber aşûtê û sermayê bûne qurbanî

Top