Lavrov: Tevlîbûna Kurdan di danustandinên Cinêvê da giringe
Sêrgî Lavrov, wezîrê derve yê Rûsyayê di kongreyeka rojnamevanî ya hevpişk di gel hevkîfê xwe yê Kongoya Demokrat da ragîhand; sibê dê danustandinên Cinêvê derbarê çarekirina alozîyên Sûrîyê bê kirin, bi dîtina Moskoyê jî tevlîbûna Kurdan di wan danustandinan da giringe.
Lavrov xuya jî kir; welatî wî berî demekê kêm derbarê tevlîbûna Kurdan da, danustandin di gel Stavan Dîmistora, nînerê Neteweyên Yekgirtî bo karubarên Sûrîyê da kirîye û herdîsan, di gel berpirsên Tirkîyê da li dor vê yekê gotubêj kirine.
War.tv
