• Sunday, 22 February 2026
logo

'HSD-YPG dê bibe hêzekî navdewletî!'

'HSD-YPG dê bibe hêzekî navdewletî!'
Çalakvanê mafê mirovan ê Sûrî Eksem Neîse diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê, federalism modêlek guncaw e.

Eksem Neîse dijberekê çeleng ê rejîma Sûriyê ye û heta niha 3 caran ji aliyê rejîmê ve hatiye girtin. Cara dawiyê beyanameyekê li dijî serokomarê berê yê Sûriyê Hafiz Esed îmze kir û ji ber vê jî 8 salan hate zîndanîkirin.

Neîse di sala 2005ê de navendekî lekolînê yê bi navê El Şam ji bo lêkolînên demokrasî û mafên mirovan li Sûriyê damezrand. Ji ber çalakiyên xwe yên derbarê parastina mafên mirovan de, heta niha gelek caran hatiye xelatkirin.

Eksem Neîse niha li Fransa dijî û di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re qala paşeroja Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk kir. Li gor nêrîna wî piştî kontrolkirina Minbicê HSD dibe hêzen giringtir di nava hevsengiya hêzên navdewletî. Eksem Neîse derbarê paşeroja Sûriyê de jî got ku modêla federalîzmê çareseriyek guncaw e.

Di nava hevsengiya leşkerî ya li Sûriyê de paşeroja Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) çawa dibînî?

Bi nêrîna min, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji ber armanca xwe ya demokrasî û nêrîna laîk, herwiha tekoşîna xwe ya li dijî hêzên tundrew ên îslamî, nûnertiya hêzên demokratîk dike ku li herêmê jî nikare bê înkarkirin. Heger ev hêz bikare bajarê Minbicê jî ji destê DAIŞê azad bike, dibe hêzek giringtir di nava hevsengiya hêzên navdewletî de. Dibe ku amadekarî ji bo wê yekê bê kirin da ku ev hêz di paşerojê de bibe bingehekê damezrandina Artêşa Sûriyê ya Niştîmanî jî. Lê bi wê şertê ku mercên navdewletî û herêmî ji bo vê yekê werin amadekirin.

Ev hêza ku Kurd stûnê piştê pêk dînin, gelo dibe ku bibe rikberê Artêşa Sûriyê?

Heger bikare hêzên din ên siyasî û leşkerî jî bîne gel xwe, dibe hêzeke pir netewe û pir kûltûrî. Lê bi awayek giştî, ya giring ew e ku ev hêz demokrasiyê box we bike bingeh.

Rola vê hêzê di paşeroja navçeyê û Sûriyê de çi ye?

Ez ji wê bergehê lê meyzedikim ku pêwîste ev hêz di nav demeke diyarkirî de weke artêşa nû ya Sûriyê bê pênasekirin. Bi ya min, rizgarkirina Minbicê di vî warî de dibe veguhertinek giring. Herwiha wê ev pêngav bibe destpêkek nû ji bo têkbirina hêzên selefî û dundrew û hevpeymanên wan.

Di şerê DAIŞê de HSD weke hêza sereke tê dîtin. Gelo ev rola HSDê çi bandorekê li pêgeha Kurd dike di paşeroja Sûriyê de?

HSD pêgeha Kurdan li hember rejîmê bihêz dike û rola hêzên kurdî jî di proseya siyasî ya damezrandina Sûriyeya nû de jî zêdetir dike. Dibe ku rizgarkirina Minbicê aliyan han bide ku pêvajoyek nû yê danûstandinan destpê bike. Herwiha dibe ku ev alî deriyekê bibînin ji bo danûstaninên dawiyê bigehin encamekê.

Gotinek heye ku dibêjin wê ev hêz (HSD) piştî xilasbûna erkên xwe, bê hilweşandin. Gelo wê nêzîkbûna Amerîka û Rûsyayê çawa be?

Ez bawer nakim ku hêzên mezin di pêvajoya danûstandinan de HSDê weke karteke erzan bikarbînin. Çêdibe ku hilweşandina vê hêzê bê sûd be û heta astekê mezin jî aloz be. Di vir de hişyariya siyasî ya Kurd rolek giring dilîze ji bo yekxistina vê hêzê û diyarkirina daxwaziyên wê. Ez li vir tekezî li yekxistina bernameya kurdî dikim ku dibe bingehekî bihêz ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk.

Heger pêvajoyekî nû ji bo danûstandinên çareseriya krîza Sûriyê destpê bike, gelo dibe aktorên nû li ser maseyê rûnin? Kî dibin ew aktorên nû?

Weke ez dibînim destpêkirina pêvajoyek nû yê danûstandinan hê dirêj û zehmet e. HÊ hejmarek zêde yê destkeftên lokalî, herêmî û navdewletî nehe ku nehatine derbaskirin. Heta niha jî rêkeftinek li ser berjewendiyên Rûsya û Amerîkayê nehatiye kirin. Herwiha, serhildana terora îslamî û dirêjbûna şerê li navxwe û derveyê Sûriyê, bûye astengiyek metirsîdar li hember çareseriya krîza Sûriyê. Jiber ku derbasnekirina vê rewşê dibe metirsiyek navdewletî. Hinek daxwaz û rêgiriyên din jî hene ku pêwîste bên çareserkirin. Ji bilî van , ji bo destpêkirina danûstaninên rastî, hinek astengiyên din hene. Weke mînak; hê jî pirsgirêka nûnertiya mûxalefetê li Cênêv, weke pirsgirêkekî xwe nîşan dide ka gelo ev mûxalefet nûnertiya hemû aliyan dike yan na. Herwiha pêwîstî bi nûnertiya zêdetir ya hêzên kurdî heye. Weke min destnîşan kir; di vir de rol dikeve ser mile hêzên kurdî. Ji xeynê van hemûyan jî pirsgirêka mûxalefetek belavela heye.

Bêguman ez dibêjim hêzên kurdî bi hemû rengekî rola serekî û navendî li du mijaran de digrin serxwe. A yekemî; piştgiriya hêzên demokratîk û laîk ên Sûriyê ku di bernameya wan hêzan de armanca hevbeş a Kurdan û pêkhateyên Sûriyê tê dîtin.
Ya duwemîn jî; Gelê Kurd ji bo hêzên demokratîk ên sûriyê rola dîwarek bihêz û paxilek rasteqînî, dibîne. Ev hêz nikarin dest ji gelê Kurd û hêzên siyasî û demokratîk brdin. Weke ew jî dibêjin, ji bilî vê zêdeçûn û paşketina siyasî ti wateyekê nade. Hêzên Kurdî, bi awayek gelemperî, ji bo tekoşîna bidestxistina daxwaziyan paxilekê rasteqîn e ji bo hêzên Sûriyê. Di vir de berjewendiyên Kurdan ûy gelên din ên Sûriyê digehine hev. Ji be rvê yekê jî yekgirtina hêzên kurdî di berjewendiya gelên Sûriyê de ye.

Li gel destpêkirina danûstandinan, dibe ku nexşerêyek bo federalkirina Sûriyê bê danîn?

Ti caran Sûriye nabe Sûriyeya berî. Ev e rastî ye û bingehek wê yê rast heye. Heger di çarçoveya federalîzmê de nebe, ti garantiyeke paşeroja Sûriyeyek demokratîk nabe. Federalîzm weke rêyekê hikûmkirinê û şêweyê dewletek pêşketî ku tê de mafên mirovan û mafên hemû pêkhateyan û gelan hatine parastin. Heta niha jî ez ti rêyekî din ê çareseriytê ji bo paşeroja Sûriyê nabînim.

Bi dîtina te dibe ku sînorê dewleteke nû yê Kurdan bê diyarkirin?

Çêdibe ku di paşerojê de tevger û hewlesta hinek cemseran, bandore li rewşê bike. Her çend Tirkiye ji ber tirsa hevgirtina Kurdan, bi awayek germ pêşwaziya hizra federalîzmê nake jî lê guvaşên navdewletî dibe bibin sedem ku ev nêrîna Tirkiyê bê guhertin û razî bibe. Lê ji bo diyarkirina sînorên herêmek kurdî pêwîstî bi dehan sal û dehan şeran dibe.

Gelo di vê pêvajoyê de plana federalkirina Sûriyê dikare serkeftî be. Egerên serkeftinê yan şikestinê zêdetir in?

Bi awayekê giştî li Sûriyê û herêmê hinek guhertinên siyasî û leşkerî dibin. Di encama van guhertinan de wê hevpaymaniyên lokal û yên navdewletî derbikevin. Ev jî li gel xwe de çend senaryoyekê ji bo çereseriyê bîne rojevê. Bi taybetî di vê demê de krîza Sûriyê bûye bargiraniyekî siyasî, exlaqî û aborî li ser pişta cihanê.
Çêdibe ku di çareseriyê de pişta xwe bidin van senaryoyên nû. Pêwîste alî jî li derdora van senaryoyan kombibin. Dibe ku li gel guhertina senaryoyan kes û nûner jî bên guhertin. Ji ber vê jî divê hemû alî xwe amade bikin û cihê xwe di nava xwezaya van guhertinan de bigrin. Bi taybet hêzên demokrat û laîk, divê refên xwe bihêztir bikin û xwe li ber çavan re derbas bikin. Hevgirtina van hêzan di çarçoveyeke fireh û zindî de, ji bo gehiştina şêweyê demokratiyê weke serê rimê ye.

Eksem Neîse kî ye?

- Sala 1951ê li bajarê Lazqiyê jidayik bûye.
- Sala 19763ê li Zanîngeha Qahîre fakûlteya yasa qedandiye.
- Sala 1978ê di mijara yasa de master qezenc kiriye.
- Sala 1992ê Ji Zanîngeha Pensîlvanya doktoraya fexrî wergirtiye.
- Sala 1982ê bi tometa endamtiya rêxistinek ne yasayî ji aliyê îstîxbarata Sûriyê ve hatiye girtin.
- Sala 1985ê ji ber beşdarbûna xwepêşandana parêzeran carêkî din hate girtin.
- Sala 1989ê beşdarê damezrandina Komîsyona Berevaniya Azadî, Demokrasî û Mafên Mirovan li Sûriyê kir û bû berdevkê komîsyonê.
- Sala 1991ê ji aliyê rejîma Sûriyê ve hate girtin û 8 sal di zîndanê de ma.
- Sala 2005ê Navenda El Şam a ji bo lêkolînên demokrasî û mafên mirovan li Sûriyê damezrand.

Xelatên wî:
- Xelata Çavdêriya Mafên Mirovan ji aliyê Human Rights Watch - 1992
- Xelata Navdewletî ya Mafên Mirovan li Belçîka - 2004
- Xelata Martin Înalz a berevaniya mafên mirovan - 2005

Rudaw
Top