Şêwirmendê Encumena Asayişê jî êrişa Fransayê şermezar kir
Mesrûr Barzanî, li ser rûpela xwe ya twîtterê, li ser êrişa şeva borî ya bajarê Nîsê yê Fransa peyamek belav kir û ew êriş şermezar kir.
Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe ji bo gelê Fransa nîşan da û got, di şerê terorê de em bi we re ne.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, êrişa bajarê Nîsê yê Fransa şermezar kiribû û ragihandibû, di şerê terorê de gelê Kurdistanê bi Fransayê re ye.
basnews
