Fransa ji bo êrişa Nîsê 3 rojan şîn ragihand
Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls piştî ji civîna Meclîsa Parastinê ya li Qesra Elysee, derket, daxuyand ku Fransa wê ji bo qurbaniyên êrişa bajarê Nîsê, 3 rojan şînê bigire.
Çavkaniyeke hêzên ewlehiyê yên Fransî diyar kir ku kesê ev êriş kiriye Fransî ye lê li Tûnisê jidayîk bûye. Ev kes ne di lîsteya çavdêriyê ya hêzên Fransî de bû, lê bi kiryarên xwe yên wekî dizî û tundiyê dihat naskirin.
Basnews
