Li Amerîkayê 5 polîs ji aliyê nîşangiran ve hatin kuştin
Li gorî ajansa Reutersê ev bûyer, di dîroka nêzîk de weke bûyera herî cidî ya li ser polîsan ketiye nava qeydan. Piştî ku Philando Castile û Alton Sterling ên reşik li eyaletên Louisiana û Minnesota yê ji hêla polîsan ve hatin kuştin li Dallasê, li Parka Belo Gardenê xwepêşandan hatin li dar xistin. Duh li gorî saeta herêmî di 20.45’an de 2 nîşangiran 11 polîs kirin hedef.
Di encama vê bûyerê de 5 polîsan jiyana xwe ji dest da.
Şahidên bûyerê gotin ku êrîş, dema ku qerebalix belav dibû pêk hat.
Polîsan diyar kir ku 3 kes hatine desteserkirin û yek ji wan jî bi polîsan re ketiye pevçûnê.
Di vê navberê de şefê polîsê Dallasê David Brown, diyar kir ku kesê bi polîsan re şerê çekdarî kiriye îdia kiriye ku wî ‘li her çar aliyê bajêr bombe bi cî kiriye'. Brown wiha awivî: "Gumanbarekî ku 45 deqîqeyan e bi me re şer dike, got ku dawî hat, ew ê zêdetir polîsan bikuje û him li ciyê ku xwe veşartiye û him jî il beşên din ên bajêr bombe hene".
Şaredarê Teksakê Mike Raqlings li ser bûyerê civînek çapemeniyê li dar xist û got ku; "Kabûsa me ya herî xiras bû rastî. Ji bo bajarê Dallasê demeke dilşewat e."
Rudaw
