Serokayetiya Herêma Kurdistanê êrîşa terorîstî ya li ser gora Seyîd Mihemed kurê Îmamê Hadî şermezar dike
Serxweşiyê li kesukarê şehîdên vê kirdara terorîstî dikîn û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn. Li heman demê de gelek bi tundî êrîşa terorîstî ya ser gora Seyîd Mihemedê kurê Îmamê Hadî û şehîdkirina hemwelatiyan şermezar dikîn. Êrîşkirina li ser şunewar û gorên pîroz û teqandina wan nîşaneya bedrewştî û bêehlaqiya terorîstane û dijminê xweda û mirovayetiyê ye.
Terorîst dijminê hevbeşê hemû pêkhatên olî û neteweyî ne û her ji bo vê yekê jî gelê Kurdistanê ku bi xwe qurbanê destê terorîstan bûye hevsoz û hevxemiya qurbaniyên kirdarên terorîstiyên bajarên Iraqe. Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanek ve li şerê terorîstan da hemaheng û piştevanê Hikûmeta Iraqê dibê û li vê şerê da her dû alî li yek sengerê hevbeşdane.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
08.07.2016
