DAIŞê êrîşê mezargeha Şîeyan kir; 50 kes mirin
Duh bi şev di demjimêr 23:00ê de li navçeya Beled a parêzgeha Selehedînê li dijî mezargeha Seyîd Mihemed İbnî Elî Hadî, êrîşek hate lli darxistin.
Li gor agahiyan destpêkê mezargeh bi topan hate topbaran kirin û paşî 3 xwekujan êrîşê mezargehê kirin. Di encama vê êrîşê de 50 kes mirin û 65 kes jî birîndar bûn.
Rêxistina DAIŞê berpirsiyariya êrîşê girte serxwe.
Piştî vê êrîşê Muqteda Sadir ferman da hêzên Seraya es-Selama ya çekdarên Şîe da ku mezargeha Seyîd Mihemed İbnî Elî Hadî, biparêzin.
Ji aliyê din ve hejmara kuştiyên êrîşa hefteya borî ya li Keradeya Bexdayê jî gehişte 292 kesan.
Rudaw
