Almanya alîkariya zêdetir a çekan ji Pêşmerge re birêdike
Hikûmeta Almanyayê nivîsek bo parlamentoya welata xwe pêşkêş kiriye û di wê daxwaznameyê de hatiye diyar kirin ku, di şeş mehên pêşme de 200 mûşekên dijî tanq ên mîlan û 4 hezar çekên otomatîk ên G3, G6 û gule û pênc barhelgirên Dîngo wê ji hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re birê bike.
Berî naha jî hikûmeta Almanya çek ji bo hêzên Pêşmerge birêkiribû.
Basnews
