• Sunday, 22 February 2026
logo

Minbic 50 ji sedî hatiye rizgarkirin

Minbic 50 ji sedî hatiye rizgarkirin
Piştî pêşkeftinên li başur û rojavayê bajarokê Minbicê şervanên Encûmena Leşkerî ya wî bajarokî ragehandin ku, wan 50 ji sedî bajar kontirolkirine.

Derbarê vê rêjeya nû yek ji şervanên Encûmena Leşkerî ya wî bajarokî bi navê Egîd Rojava ji K24ê re ragehand ku, operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê berdewam e, heta niha jî ji sedî 50 hatiye rizgarkirin.

Ji aliyê xwe ve jî şervanê bi navê Xalid Amûdê ji K24ê re da zanîn ku, çekdarên DAIŞê xwe di nav sivîlan de vedişêrin û wan ji xwe re dikin mertalên mirovî, herwiha DAIŞê bi rêya otombîlên bombekirî berevaniya xwe dike.

Di 1ê meha borî de, operasyona rizgarkirina Minbicê ji aliyê şervanên HSD û Encûmena Leşkerî ya wî bajarokî destpê kir.

K24
Top