PKK: Erdogan dixwaze penaberên ereb ên Sûrî li Bakûr bicîh bike
Çend roj berê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, gotibû, emê nasnamê bidin penaberên Sûriyê yên ji ber şer reviyane wî welatî.
Li hember vê yekê, hevserokê KCKê Cemîl Bayik, bi nivîsekê, ku di rojnameya Azadiya Welat de hatiye belavkirin, bi tundî nerazîbûn nîşan da û ragihand, Erdogan bi vê yekê dixwaze penaberên Sûriyê li Kurdistana Bakûr bicîh bike û kurdan ji war û malê wan derxîne.
Cemîl Bayik, diyar kir ku di dîroka Tirkiyê de heta niha ti mezinekî Tirkiyê bi qasî Erdogan bi eşkere dijminatiya kurdan nekiriye û got, piştî ku dewleta Erdogan bajarên kurdan wêran û dêran kir niha jî dixwaze bi bicîhkirina penaberên Sûriyê, demografiya Kurdistanê biguherîne û koka kurdan zuha bike!
Hevserokê KCKê bang li tevahiya kurdan bi taybet partiyên Kurdistana Başûr kir, li dijî wê siyaseta Erdogan derkevin û got, ew kurdên li hember wî karê Erdogan bêdeng bimîne dibe şirîkê jenosîda kurdên Bakûr.
Cemîl Bayik ji penaberên Sûriyê jî xwest, guh nedin Erdogan û nebin şirîkên siyaseta wî ya kirêt li dijî kurdan.
Basnews
