Berpirsekî Gorran: Tu demekê kurd wek naha nêzîkî serxwebûnê nebû ye!
Şêwirmendê Yusif Mihemed, Mecîd Salih ragehand: ‘’Tu demekê û wextekî de kurd wek naha nêzîkî serxwebûnê nebû ye.’’
Ew şêwirmende di heman demê de rêveberekî Tevgera Gorran e û di tora xwe ya civakî facebookê de dibêje: ‘’Tu demekê xeta zêrîn wek naha bo tu rêvebereke kurd derfet ava nekirine.’’
Herwaha berdewam dike: ‘’Lê tu demekê jî kurd wek naha xwedî rêveberên bêxem nebûye.’’
Gotinên wî rêveberê Gorran di demekê de ye ku, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dibe dûcar û li ser yek wek peyama cejna remezanê de jî dibêje û daxwaz li partiyên siyasî yên Kurdistanê dike, bi civin û li ser referandom û peyvendiyên herêmê û Bexdayê yekdengiyekê niştimanî avabikin û derbarê rewşa siyasî ya Herêmê de jî çareseriyekê ava bikin.
Basnews
