Talebanî piştgirî da Barzanî
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ligel Berpirsê Eniya 4emîn Westa Resûl li Eniya Kerkêkê serdana Hêzên Pêşmerge kir.
Piştî serdanê, Qubad Telabanî daxuyanî da çapemeniyê û bang li aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku ji bo çareserkirina pirsan bêne ser masayê gotûbêjan.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh bo lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê piştî Cejna Remezanê, hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê bangî civînê kiribû.
Telabanî diyar kir ku peyama Mesûd Barzanî erênî ye û ew piştgiriya wê peyama dike û wiha got:
“Pirsgirêkên li herêmê bi tenê bi rihê pêşmergeyên li eniya şerî xebat bêne kirin, dê çareser bibin.”
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi destê xwe xwarin û vexwarin ji pêşmergeyên li eniya şerî amade kir û piştre jî serdana malbatên pêşmergeyên dîlgirtî kir.
Rudaw
