Çekdarên Belûç êrişî hêzên Îranê kirin
Medyaya fermî ya Îranê ragihand, li eyaleta Sîstan-Belûçistanê û li nêzîkî sînorê Pakistanê, şer û pevçûn di navbera hêzên parastina sînor ên Îranê û çekdaran de derketiye û di encamê de 4 serbazên îranî hatine kuştin.
Çend roj berê jî efserekî îranî li heman deverê hatibû kuştin.
Medyaya Îranê ew çekdar wek “komeke terorîstî” bi nav kiriye lê tê gotin ku ew çekdar girêdayî rêxistina îslamî ya Ceyiş El Edil bin ku ji bo mafên gelê Belûç, li dijî Îranê şer dikin.
Rêxistina Ceyiş El Edil, beriya niha piştevaniya xwe ji bo şerê pêşmergeyên Rojhilatî li dijî Îranê nîşan dabû.
Basnews
