• Sunday, 22 February 2026
logo

Tirkiye û Amerîka li ser Minbicê li hev kirine!

Tirkiye û Amerîka li ser Minbicê li hev kirine!
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu da zanîn ku wan û Amerîka li ser Minbicê, rêkeftineke veşartî kirine.

Mevlût Çavûşoglu ji rojnameya Le Monde ya fransî re axifî û da zanîn ku Tirkiye û Amerîka li ser qedera bajarê Minbicê yê Sûriyê li hev kirine.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê diyar kir ku heta niha di wî warî de ti pirsgirêk derneketiye hole. Wî rayedarê Tirkiyê di bersiva vê pirsê de ku “We li ser pêşeroja Minbicê çawa lihev kir?” de jî got, “Ev lihevkirineke veşartî ye û ez naxwazim li ser vê yekê biaxifim.”

Tê zanîn zêdetirî mehekê ye operasyona rizgarkirina bajarê Minbicê, ji aliyê şervanên YPGê û bi alîkariya hêzên hevpeyman dest pê kiriye. Şervanan karîne gelek gundên Minbicê rizgar bikin û dora bajêr bigirin lê heta niha nekarîne derbasî nav bajêr bibin.

basnews
Top