Nûnerên Kurdên Cihû li kurdstanê, Cejna Remezanê li Muslimanan pîeoz kirin
Îro 5 Temûzê Nûnertiya Kurdên Cihû li Wezareta Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek pîrozbahiyê bi boneya Cejna Remezanê belav kir, kopiyek ji BasNews hate şandin, ev jî deqê wê ye:
Em pîrozbahiyê li hemû Pêşmergeyên Muslman li bereyên şer dikin, herwiha pîrozbahiyê li hemû muslimanên Kurdistanê dikin, meha Remezanê meha hestkirine bi azarî û êşên kesên din, xelkê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe sed sal bi êr û azerî derbas kirin, em bi hêvîne ku îsal bibe dawî sala êş û azaeriyan li her çar perçeyên Kurdistanê, herwiha hêviya saxî û silametiyê jib o xuşk û birayên PÊşmerge re dixwazin, hêvîdarin ku ev cejin bibe sedema bêhtir bi hêzkirina çanda pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû pêkhateyên Kurdistanê û xwedayê mehrîban Kurdistan biparêze ji agirê şerê dagîrker û têrorîstan.
Nûnertiya Kurdên Cihû li Wezareta Karûbarên olî di sala 2016 de li Herêma Kurdistanê hatiye vekirin û karûbarê Kurdên Cihû birêve dibe.
Basnews
