• Sunday, 21 June 2026
logo

Peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Cejna Remezanê

Peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Cejna Remezanê
Bi hilkefta Cejna pîroza Remezanê,Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameka pîrozbahiyê belav kir û eve jî teksta wê ye:

Em hatina Cejna Remezanê li destpêkê ji malbat û kes û karên serbilindên şehîdan û pêşmergehên egîd û xwebexşên Kurdistanê û hêzên asayşê li bereyên şerê dijî terorê û paşan ji tevaya mislmanan li Herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê pîroz dikin.

li hemû cejn û hilkeftan, şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê û canfedayî û egîdiya wan bi bîr tînin û serê xwe li hember canê pakê wan ditewînin û hêviya zû başbûnê ji bo brîndaran dxwazîn.

Hêvîdarîn ev cejne bibe Cejna azdayê, bi hevre bûn û serketinên hewlên hikûmetê ji bo çareserkirina qeyrana darayî û çareserkirina tevaya pirsgrêkên Herêma Kurdistanê, bo vê yekê em hemû bi hevre bikarin Kurdistanê berev pêşerojeka geştir û ronaktir biben. Bi vê hêviyê ku li bîranîn û cejnên pêşerojê, Kurdistan û tevaya dever û cîhan ji teror û metirsyên wê rizgar bibe û aramî û asayş li hemû deverên Kurdistanê û cîhanê cihgir bibe û koçber û penaber bo ser mal û halên xwe vegerin, ku mxabin hêşta hijmareka zêde di koçberî û penaberiyê de dijîn.

Dubare Cejna Remezanê ji hemûyan pîroz be û hêviya cejn û bêhinvedaneka xweş û aram ji bo hemû aliyekê dxwazîn.

Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê
Top