Çiyayê Kurdan kete dest dijbereyê
Ji destpêka destêxistina balefirên Rûsî ve, artêşa Sûrî hewl dide ku hêzên dijbereyê li bakurê Laziqiyê û Çiyayê Kurdan binbirr bike.
Li gorî çavkaniyên xwecihî ji devera Çiyayê Kurdan, artêşa Sûriyê pêşketinên serbazî bidest xistin.
Derbarê vê yekê de jî artêşa Sûriyê hewl da ku navçeyên derdora Cisr Elşixûr kontrol bike, ku wê berî salekê ew dever jidest dabûn.
Lê piştî alîkariya firokeyên Rûsî û milîsên Îranî, Iraqî, Efxanî û Hizbullaha Lubnanî artêşa Sûriyê piraniya wan navçeyên bakurê Laziqiyê û derdora Cisr Elşixûr kontrol kiribû.
Di nûtirîn pêşhateyên meydanî de, hêzên dijbereyê, li Çiyayê Kurdan, careke din gelek navçe, gund û bajarokên stratejîk vegerandine bin kontrola xwe. Bi taybetî bajarokê Selma, ku yek ji xalên herî girîng e li Çiyayê Kurdan.
Li gorî rahigandina dijbereyê, wan bi dehan çekdarên alîgirên artêşa Sûriyê bi dîl girtine.
Ligel kontrolkirina herdu bajarokên Kinsibba û Selma yên stratejîk, hêzên dijbereyê hin deverên din ên girîng ji destê artêşa Sûriyê derxistin, wek: Girê Ebû Elî, Çiyayê Kelehê, gundên Elqermîl û gelek deverên din, ku bi vî awayî, beşekî mezin ji Çiyayê Kurdan dikeve destê hêzên dijbereyê.
Artêşa Sûriyê berevaniya deverên stratejîk dike
Li gorî daxuyaniya Odeya Operasyona "Şerê Elyermûk", li bakurê Laziqiyê û Çiyayê Kurdan, hêzên dijbereyê pêşketinan bidest dixin û gundên Qebqaya, Elserraf û Merc Elzawiye kontrol kirin.
Niha jî ew kar ji bo kontrolkirina Çiya û Gundê Elbeyda dikin, ku ew jî, ji aliyê serbazî ve, xaleke stratejîk û girîng e, lewma hêzên artêşa Sûriyê bi xurtî berevaniyê di ber vê devrê de dikin.
Medyaya civakî ya alîgirên hikûmeta Sûriyê, “Tora Nûçeyên Gundewarên Laziqiyê” berpirsiyariya van paşketin û şikestinên Artêşa Sûriyê xistine stûyê efserên wê deverên, ku ji ber hêzên opozisyonê reviyan û xalên êrîş û berevaniyê bicih hiştin, herwiha ew efser bi îxanetê hatine tometbarkirin.
Hin kesan ji alîgirên hikûmeta Sûrî, li ser tora medyayî ya civakî ev yek vegerandine vekişîna balefirên Rûsî di van şer û pevçûnên nû de, tevî ku balefirên Artêşa Sûrî bi hin êrîşên ezmanî li Çiyayê Kurdan rabûye, lê hêzên opozisyonê pêşketinên xwe yên nû yên meydanî radigihînin. Ji wan jî: Ceyşul Fetih, herdu firqeyên Yekem û Duyem ên Peravê, Ceyşul Nesir, Ehrarul Şam û Cebhetul Nusre, ku piraniya wan hêzên islamî ne.
Rudaw
